Li Bedlîsê rêyên hemî gundan hat girtin

BIDLÎS - Li Bedlîsê ji ber barîna berfê li navenda bajêr tu kar nehat kirin û hemî rêyên gundên girêdayê navend hatin girtin.

Ji doh pê ve berfa ku bê navber li Bedlîsê barî kar û barên li navenda bajêr asteng kir û hemî rêyên gundên girêdayê navend hatin girtin.

Ji bo ku rêyên gundan werin vekirin tîmên Îdareya Taybet bê navber dixebitin. Tîmên şaredariyê jî di navenda bajêr de rêyên ku hatine asêkirin vedikin.

Di navenda bajêr de gelek dikan nehatin vekirin. Hinek hemwelatî jî hewl dan bi derfetên xwe berfên ber mal û dikanên xwe paqij kirine. (ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin