Li Bedlîsê şaredariya HDPyî hat protestokirin

Li Bedlîsê bi hinceta nedayîna ruhsatê ya ji bo kargehên ku nû hatine sazkirin, karkerên Navenda Bangewaziya Rojhilatê ya Plus Telekomê meşîn şaredariya HDPyî.

Koma ku ji 100 kesan pêk dihat li ber navenda karê ya Plus Telekomê hatin balhev. Ev kom xwest ku bi hevserokan re hevdîtin bike. Ji ber vê yekê ev kom heta rexê şaredariyê meşa. Digel hewayê serma ev kom belav nebû. Ev kom xwest ku bi hevserok re hevdîtin bike.

Ji ber ku kes bi komê re eleqeder nebû tim û tim bi lêxistina çepikan û fîtik lê xistinê şaredariyê protesto kirin.

Ji ber vê yekê hinek rêvebirên şaredariyê diyar kirin ku hevserok li wir nînin û rêvebiran hewl dan ku komê aş bikin.

 Di dema axavtinê de rêvebiran gotin “Şaredarî, şaredariya gel e.” û ji komê re bertek nîşan dan. Dûvre kom jî wek bersîv “Heke şaredarî yê gel e çima rêvebirên şaredariyê alîkariya gel nakin. Heke şaredarî yê gel e bila serokê gel were vir.” bertek nîşan da.

Piştî hevdîtinê derbarê mijarê de berpirsyarê Plus Telekomê Bakir Geldegul agahî da. Her wiha Geldegul diyarkir ji ber ku pirsgirêkên ruhsatê nehatiye çareser kirin vê çalakiyê lidar xistine. Dûvre Geldegul axavtina xwe wiha domand: “Armanca me tenê ew e ku em xwedî li nane xwe derkevin.Ji ber ku jimara me zêde bûye ciyê me tune. Ji bo bê yekê me dereke din avahî çêkir. Ji ber ku ruhsatê vê avahiyê nedane me em bi karkerê xwe re hatin şaredariyê. Me biryar da heta ku ev pirsgirêk neyê çareser kirin em dê vê yekê bidomînin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar