Li Bedlîsê zarokek ket nav bîra sondajê

Li Bidlîsê zarokekî 12 salî ket nav bîra sondajê ya ku kûrahîya wê 90 metre bû.

Li navçeya Exlata Bidlîsê zarokê 12 salî yê bi navê Omer ket nav bîra sondajê ya ku kûrahîya wê 90 metre bû. Omer di encama xebata ku çend seatan berdewam kir de hat xelaskirin.

Bûyer, li taxa bi navê Xiraşehîra Exlata Bidlîsê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Omer Marangozê 12 salî yê ku ji xwe re li taxê dilîst bêhemdê xwe ket nava bîra sondajê ya ku kûrahîya wê 90 metre bû.

Çawa ku bi meseleyê hat hesîn gelek ekîbên afad, ambûlans û ewlehîyê hatin sewqkirin cihên bûyerê.

Di encama xebatên ku hat kirin û çend seatan berdewam kirin de Omerê 12 salî hat xelaskirin.

Hat hînbûn Omerê ku ji bîra 90 metreyî hat derxistin hat rakirin nexweşxanê û rewşa wî ya niha baş e.

Şênîyên taxê û nasên Omerê 12 salî ji rayedaran dixwazin ku pêşîya îxmalkarîyên wisa bê girtin û zirar negihije zarokê ti kesî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno