Li Behra Reş keştî binav bû

Hat ragihandin keştiya barê ya bi navê "Geroî Arsenala" ya ku ji Rusya dihat ji ber sedemên ku nayê zanîn di Behra Reş de binav bûye.

Hat ragihandin ku di nav keştiya aîdê şîrketa li Tirkiyê de 2yê wê Ûris, 9ê wê Ukraynayî û yekî jî Gurcî bi tevahî 12 kes hebûne.

Hat ragihandin ku ji kesên di nav keştiya ku ji Rostov Oblastî dihat Tirkiyê xeber nayê sitandin.

Serokê Rêvebiriya Qirimê yê Wezîrtiya Serwîsên Acîl Vladîmîr Îvanov, diyar kir ku keştiyên xelaskirinê ji bo wira hatine şandin.

Îvanov destnîşan kir ku kesekî hatiye xelaskirin, 4 kes ji hewl tê dayîn ku wan derînin ser keştiyê. Dûvre Îvanov wiha ragihand: “Ji kesên ku hatine xelaskirin yekî rewşa wî xerab e. Germahiya vicûda wî pirr hindik e. Germahiya avê 7-8 pile ye. Operasyon ji ber şert û mercên neyînî yên heayê bi zehmet tê domandin.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin