Di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê ve di derbarê mijarê hatiye dayîn de hat ragihandin di keştiyeke ku li nêzî Libyayê noq bû de 163 kes hebûn û xeber ji wan nayê standin. Di daxuyaniya ku ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê û International Medical Corps ve hatiye dayîn de hat ragihandin ew ji mirina van penaberan bifikarin.
Dîsa ji teref heman saziyê ve hat ragihandin boteke penaberan a ku tê de 82 penaber hebûn piştî çend seatan ku ji qeraxê dûr bû re binav bûye û tê texmînkriin ku ev 82 penaber tev de mirine. Her wiha hat diyarkirin keştiya ku tê de 132 penaber hebûn û ji Libyayê daye rê jî binav bûye û ji van 132 kesan 50 kes hatine xelaskirin û wan birine gundikê Pozzalloya Girava Sîcîlyayê.
Ji teref Komîsertiya Bilind a Penberan a NYyê ve hat eşkerekirin ji zêdetirî 300 penaberên ku di sala 2017an de di behrê de binav bûne hêj xeber nayê standin.(ÎLKHA)