Di derbarê mijarê de ji teref Ewlehiya Sahîlê ya Îtalyanê ve hat daxuyandin keştiya ku tê de 107 penaber hebûn li nêzî Libyayê noq bû. Di encama binavbûna keştiya penaberan de 100 penaber jiyana xwe ji dest dan û 4 penaber jî wek sax hatin xelaskirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)