Li behran qedexeya nêçîrê dest pê kir

Wezîrê Çandinî û AjalvaniyêFaruk Çelîk destnîşan kir ji îro pê ve li behran qedexeya nêçîrê dest pê kiriye.

Ji teref Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê  Faruk Çelîk ve di derheqê qedexeya nêçîrê ya di behran de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşan kir ji îro pê ve li behran qedexeya nêçîrê dest pê kiriye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Qedexeya nêçîrê di Behra Spî de dê heta 15ê Îlonê û di behrên din de jî  heta 31 Tebaxa 2017an berdewam bike.”

Faruk Çelîk di berdewama daxuyaniya ku da de her wiha destnîşan kir  ji kesên ku li gor verastkirinê hereket nekirine re ceza hatiye birîn û her wiha di kontrolan de dest li ser 2 hezar û 468 amûrên nêçîrê  hatiye dayîn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin