Li gundewarîya Mêrdînê hirça mê hat dîtin

Hirça mê ya ku tê texmînkirin li taxeke gundewarî ya navçeya Artukluya Mêrdînê bi 2 çêlikên xwe li xwarinê digeriya hat dîtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin hirça mê li gundê Birtava (Kuyulu) bi 2 çêlikê xwe li xwarinê digeriya hat dîtin.

Dîmenên hirça mê û çêlikên wê yên ku ji teref kesên derdor ve hatin dîtin ji xeta ragihandinê ya WhatsAppê ya ÎLKHAyê re hatin şandin.

Hate hînbûn ku rewşa hirç û çêlikên wê, bêyî ku ti bandoreke neyînî çênebe, li stargeha ajalan hatiye ragihandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"