Li Belçîkayê hejmera kesên mirî bû 34

BRUKSEL - Di teqîna ku li Bruksela peytexta Belçîkayê pêk hat de hejmera kesên mirî bû 34.

Her weke ku tê zanîn îro li Belçîkayê tevde 3 teqîn pêk hatin û di van teqînên ku pêk hatin de tevde 34 kes mirin û her wiha 136 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di 2 teqînên ku li Balafirgeha Zaventemê pêk hatin de 14 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn, di teqîna ku li Îstasyona Metroyê pêk hat de jî 20 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat ragihandin li Belçîkayê asta ewlelehiyê  hatiye zêdekirin.

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel di derbarê teqînên ku li Belçîkayê pêk hatine de daxuyaniyek da û wiha got: “Tiştê ku em jê ditirsiyan hate serê me.Îro ji bo welatê me roja reş e.Divê em xwînsar bin û piştgirîyê bidin hev.”

Her wiha ji teref Serdozgeriya Brukselê ve jî daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de Serdozgeriya Brukselê diyar kir ji êrîşên ku li balafirgehê hatiye kirin erîşek êrîşa xwekuj e.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye