Li Bengladeşê Zulma Laîk

Li Bengladeşê zulm û neheqîya îdara laîk ya li îdarevanên Cemaeta Îslamî didome. Cezayê muebbetê dan Dîlawer Huseyn Seyyîdîyê lîderê cemaetê.

Li Bengladeşê hikûmeta laîk, polîtîkayên xwe yên zulmê li ser muslumanan didomîne. Hikûmeta Şêx Hasînayê, dijminê Îslamê ye û sûcên li dijî însaniyetê dike. Zulm û zorbatîya hikûmetê ya li ser xelkê musluman jî zêde nayê rojeva dinyayê.

Hikûmeta laîk îmze avêt qirareke din a skandal. Mehkemeyên herbê bi emrê hikûmeta qûqlaya Hindistana Bûdîst, li Dîlawer Huseyîn Seyyîdîyê lîderê Cemaeta Îslamî cezayê muebbetê birî.

Mehkema Temyîzê ya Bengladeşê bi îddîaya ku li dijî însaniyetê sûc kiriye, li Seyyîdî cezayê muebbetê birî.

Xelkê Bengladeşê li ber qirara neheq nerazîbûn nîşan da. Xelkê musluman îfade kir ku Seyyîdî bêsûc e, ji lew li welêt gazî berxwedana sivîl ya ji bo 48 saetan kir.

Parêzerê îdara Bengladeşê general Mahbûbey Alam îfade kir ku par weka di mehkemekirina Ebdulqadir Mollayê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn de qebûl nekirine, ew ê di heqê vê qirarê de jî tu îtîrazê qebûl nekin.

Dîlawer Huseyîn Seyyîdî di 28ê Sibata 2014an de, bi mehkema sembolîk bi muebbetê hatibû cezakirin. Mehkema temyîzê do cezayê wî tesdîq kir.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar