Li Ber Barajê Protesto

Li Kanîreşa navçeya Çabakçûrê, li gundê Derînçayê, barajek tê avakirin. Feqet gundî li ber çêkirina barajê ne.

 Li Kanîreşa navçeya Çabakçûrê, li gundê Derînçayê, barajek tê avakirin.  Feqet gundî li ber çêkirina barajê ne. Gundî diyar dikin ku, baraja ku dixwazin li gund avabikin, der projeyê tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî, ev serê 4 roja ye ku, li wir protesto li dar dixin û beyan dikin ku, heta mesele çareser nebe, ewê protestoyê xwe dewam bikin.

Ji ehlê gund Metîn Tatli wiha got “Heta ku ev fîrmaya me tehdît kiriye ji vir neçe, em ji vir naçin. Xwediyê fîrmayê do me tehdît kir. Ev serê 4 roja ye ku em li vir in. Meqseda me ne pevçûn e. Hemî gundî li ber çêkirina baraja santrala hîdro elektrîkê ne.”

Tekîn Tatli jî beyan kir ku, çêkirina barajê zirarê dide çêrgeh û mezergeha gund û wiha peyivî “Me bi devkî û nivîskî, giliyê rayedarên berpirsiyar kir. Lê tu me’mele nekirin û înşaat dewam kir. Me xwest ku bi hewl û ğeyretên xwe, çêkirina barajê bisekinînin.”

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar