Li ber nexweşxanê pevçûn: Miriyek û 3 birîndar

Li Diyarbekirê li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê di nabeyna 2 malbatên bi xisûmet de pevçûna çekdarî çêbû. Pîrekekê jiyana xwe ji dest da û yekî polês 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Diyarbekirê di nabeyna 2 malbatên bi xisûmet de pevçûna çekdarî çêbû. Di encama şerê de Pîrekekê jiyana xwe ji dest da û yekî polês 3 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer li navçeya Kayapinara Diyarbekirê li ber serwîsa acîlê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê di derdora saet 14.00an de qewimî. Gor idîayên ku hatin kirin di nabeyna ferdên di nabeyna wan de xisûmet hebû şerê çekdarî derket. Piştî ku deng hat bihîstin di nabeyna kesên hawîrdor de panîk çêbû. Bûyer dûvre di qada otoparkê de domî.

Berikekên ya ku hatin teqandin îsabetê pîrekek, polêsek, qîzekê biçûk û hemwelatiyê bi navê Alaattîn B. kir. Di encama şerê de pîreka ku navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa Alaattîn B. yê jî xedar e. Tedawiya birîndarên din didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe