Li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê regeşî

Li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê di nabeyna komek HDPyiyên ku dixwastin daxuyaniyeke çapemeniyê lidarbixin û polêsan de rageşî derket. Hinek kes hatin binçavkirin.

Piştî ku Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin komek HDPyî xwestin ku li ber şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê lidarbixin. Dûvre di nabeyna koma HDPyî û polêsên ku misadenekirin daxuyanî were lidarxistin de rageşî derket.

Îro di derdora saet 11.00an de komekî ya ku di nav wan de parlementerên HDPyî jî hebûn xwestin ku li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyeke çapemeniyê lidar bixin. Dema ku polêsan destûr nedan vê yekê di nabeyna komê û HDPyiyan de rageşî derket.

Hat ragihandin ku gelek TOMA, wesyîtên bi zirx û polês li ber şaredariyê bicî bûne û di avahiya serokatiya şaredariyê de lêgerîn didome. Polês bi gaz û ava tazyîkî midaxaleya koma HDPyiyên ku bi siloganan xwestin werin li ber şaredariyê kir.

Walîtiya Diyarbekirê jî di derbarê mijarê de daxuyanî da. Walîtî ragihand ku civîna îro ya li ber şaredariyê dereqanûniye.

ÎLKHA



























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye