Li ber TBMMyê bernameya bîranîna 15ê Tîrmehê hat tertîpkirin

Ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve bi piştevaniya Amerîka hat kirin li ber TBMMyê bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Ji ser wê teşebûsa darbeyê tam salek derbas bû. Ji ber minasebeta salvegera vê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve bi piştevaniya Amerîka hat kirin li ber TBMMyê bi beşdarbûna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bernameya bîranînê ya bi navê ‘ Merasîma Yadkirinê ya Roja 15ê Tîrmehê û Yekîtiya Millet’ hat tertîpkirin.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û kirina diayê ya ku ji teref Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ve hat kirin berdewam kir.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî bernamê bû qala wan leystikên gemar û qirêj ên ku di 15ê Tîrmehê de hatine leystin kir û wiha got: “ Ew qas dijminên me yên ku ketine kemînê û naxwazin em rojekê jî bijîn; ger em rabin navên van dijimên xwe bijmêrin em ê li rasta qeyranên navneteweyî bên.”(ÎLKHA)


























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe