Platforma Tesçağê, Platforma evîndarên Pêxember, Cemiyeta Mustezefan a şaxa Diyarbekir û hinek saziyên sivîl, li Diyarbekir li ber mekteba Ewliya Çelebî, zîhniyeta 28ê Sibatê mehkûm û telîn kirin.
Van saziyên sivîl, destek dan mamosta sernixumandî. Serekê platforma Tesçağê Mehmet Dûyû, bi beyanata medyayî de îfade kir ku, zihniyeta cimhûriyetê ya ku dijminantiya ehlê Îslamê dike, hê dewam dike. Nexasim kesên bihîcab û tesettur, zêde marûzî vê zulmê dibin.
Mehmet Duyû da zanîn ku, midûrê mektebê Zeynelabîdîn Demîr, nehiştiye mamosta sernixumandî Kadriye Sevîm Yilmaz bi tesettur têkeve dersê. Midûr bi vê tewra xwe, hemî qanûn û rêzikname û talîmatnameyan xistiye bin pê.
Her wiha Mehmet Duyu hikûmet û yargiyê gazî wezîfê kir ku, wezîfa midûrê han bidin sekinandin. Ji parêzer û ebûqatan jî teşebbus xwest. Di dawiya beyanatê de hat îfade kirin ku destekê didin bêîtaatiya sivîl û kampanyaya 10 mîlyon îmzeyê yên Eğîtîm Bîr Senê.