Li Bexdayê êrîş li avahîya PDKê hat kirin

Hat ragihandin doh êvarî li Bexdayê êrîş li avahîya PDKê hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin terefdarên Haşdî Şabî doh êvarî êrîş birin li ser avahîya Partîya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê. Di encama êrîşa ku hat kirin de beşeke avahîyê şewitî.

Tê diyarkirin êrîş ji ber parvekirina li ser medyaya civakî ya kesekî bi navê “Nayif Kurdistanî” yê ku tê îddîakirin PDKyî ye hat kirin.

PDKê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ev kesê bi navê “Nayîf Kurdistanî” ne endamê wan a û ne PDKyî ye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"