Li Bidlîsê 15 alim bi merasîmekî îcazetên xwe standin

Di merasîma ku li Medreseya Geylanîyê ya ku li Bidlîsê ye hat kirin de 15 alimên ku Ilmên Îslamî xelas kiribûn îcazetên xwe standin.

Di merasîma ku hat kirin de ji 15 alimên ku Ilmên Îslamî xelas kiribûn re îcazet hat dayîn.Merasîm li gundê Yama Bidlîsê di medreseyekê de hat kirin.Dekana Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Bidlîsê Prof. Dr. Îsa Yuceer, Miftîyê Bidlîsê Ebdilkerîm Akbaba  û her wiha şêx, alim û mela yên heremê jî beşdarî merasîma îcazetê bûn.

Di derbarê merasîma îcazetê de muderrîsê Medreseya Geylanîyê Nesrûllah Geylanî wiha axivî: “Îro îcazet dayîna van  aliman me kêfxweş dike.Xeyala herî mezin a muderrîsekî  îcazet dayîna telebeyên xwe ye. Hemd ji Xwedê Teala re ku vê rojê nesîbê me kir.Em girîngîya medreseyan baş dizanin.Bi izna Xwedê vê mîrasa ku me ji bav û kalen xwe wergirtîye em ê bidomînin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar