Li Bidlîsê haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz dest pê kirin

Haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê bê tertîpkirin dest pê kirin.

Dê di 29ê Nîsanê de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Bidlîsê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin.

Temsîlkarê platformê Mehmet Emîn Şana di derbarê haziriyên ku li navenda bajêr ji bo bernamê tên kirin de agahî da û wiha got: “Em îsal jî ji bo beranmeya ku dê bê tertîpkirin haziriyan dikin. Me afîşan bi cûrbecûr cihên bajêr ve daleqand. Her wiha me ji bo bernamê branda jî daleqand. Her wiha me ji STK, komele û medreseyan jî dawetiye şand. Ji bilî van em belavokan ji xelkê re belav dikin.”(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin