Li Bîngolê teqîn: 3 esker jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Kanîreşa Bîngolê dema ku erebeyan eskeran derbas dibû PKKyîyan mayîna ku li ber rê veşardibûn teqandin. Di teqîna mayînê de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.

Li nêzî gundê Hacilara Kanîreşa Bîngolê dema ku erebeya eskeran derbas dibû ji teref PKKyîyan ve êrîşa bi mayîn hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 1 binefserek û 2 çawîşên pîspor jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de 6 esker jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane Binefser Muhammed Gurlek li nifûsa Osmanîyê, Çawîşê Pîspor Haşîm Dîrlîk li nifûsa Balikesîrê û Çawîşê Pîspor Musa Saydam jî li nifûsa Kirikkalê qeyidkirîne.

Hat ragihandin eskerên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Bîngol û Kanîreşê.

Hat hînbûn ku piştî êrîşê şer derketîye û hê jî didome.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin