Li Bismilê 3 hezar kitêbên siyerê hatin belavkirin

Li Bismilê beriya bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê sibe bê tertîpkirin 3 hezar kitêbên siyerê hatin belavkirin.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve dê sibe li Bismilê bernameya Wîladeta Pîroz bê tertîpkirin. Beriya bernameya ku bê tertîpkirin li Bismilê 3 hezar kitêbên bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ji teref endam û dildarên platformê ve ji xelk û dikandaran  re hatin belavkirin.

Fuat Ayaşê Temsîlkarê Bismilê yê Platforma Evîndarên Pêxember di dema belavkirina kitêban de diyar kir bernameya Wîladeta Pîroz sibe dê di seat 13.30an de bê tertîpkirin û wiha pê de çû: “ Xweda nesîb bike em ê sibe digel xelkê xwe bin. Em bi belavkirina kitêban xelkê dawetî bernamê dikin. Em ê li wê derê bi bernameyeke xweş li hember xelkê xwe bin.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin