Li Bismilê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Li Bismila navçeya Diyarbekirê di bergeha bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” meş hat tertîpkirin.

Weke ku tê zanîn ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve  “Meha Tebaxê Meha Nimêjê” hatibû îlankirin û li her derê heremê di bergehê vê bernamê 15 rojên ewil perwerdehiya nimêj û destnimêjê hat dayîn.

Li Bismila Diyarbekirê jî telebeyên ku perwerdehiya xwe xelas kirin û hînî destnimêj û nimêjê bûn ji Taxa Altiokê ber bi Mizgefta Navendê ve meşiyan. Zarokên ku bi şikleke girseyî bi hev re meşiyan li vê derê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp kirin.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û xeberdana silavdayînê ji teref Mela Mustafa Ozgur ve hat kirin. Ozgur di bernamê de qala amadehiya bernameya nimêj kir û wiha got: “Nêzî 2 heftiyan me ders da we, her çi qas temena we, biçûk be jî hûn hînî nimêjê bûn. Me bi we re eşqa nimêjê dît ku ev yek jî me kêfxweş kir. Xweda we efû bike û muweffeq bike. Hûn bi hatine xwe vê derê we diyar kir ku hûn nûra li ber çavên dê û bavên xwe ne.

Di bernamê de dû re Rifat Yildiz Xoca jî derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir û got “Ger em ji hisaba nimêjê eniya me vekirî derkevin  înşallah dê hesabên din me nejdênin.”

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin