Li bajarê Zenîtsaya Bosna Hersekê bi lerza 3,5an erdehejek qewimî û bû sedema hilweşîna ocağa komirê ya li bajarê Raspotoçyeyê.
Di dema hilweşînê de 56 xebatkar di ocağê de bûn, ji xebatkaran 22 kes xilas bûn, lê 34 xebatkar di bin axê de man. Hat diyarkirin ku ji bo xilaskirina xebatkaran, dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Midûrê kana komirê yê li Zenîtsayê diyar kir ku tîmên lêgerîn û xilaskirinê, dest bi xebatan kirin û heke hewce bike wê ji herêmên din jî alîkariyê bixwazin.
Divê navberê de merivên karkerên ku di ocağê de asê mane, hatin ber madenê û ji rayedaran saloxa xebatkarên asê pirsîn. Li aliyê din xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Çınarın Sesi