Li Brezilyayê di seatên ewil ên sersalê de qetlîam: 13 kuştî

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajêra Campînasa Brezilyayê kesek di ser mala jina xwe ya ku jê cihê bûbû de girt, kesê ku di ser malê de girt zarokekî 8 salî jî di nav de tev de 12 kesan kuşt.

Li Brezilyeya ku lê li gor texmînan ji ber lihevnekirina malbatî di rojekê de 15 kes tên kuştin, di şeva sersalê de wehşetek pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li bajêra Campînasa Brezilyayê kesek di ser mala jina xwe ya ku jê cihê bûbû de girt, kesê ku di ser malê de girt zarokê xwe yê 8 salî jî di nav de tev de 12 kesan kuşt û 3 kesan jî birîndar kir. Dû re întîxar kir.

Rayedar destnîşan kirin kesê êrîşkar çend çekên cuda bi kar aniye. Çapemeniya Brezilyayê di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku welayeta lawik ji diya wî re hatiye dayîn bav vê cinayetê kiriye.

Rayedar destnîşan kirin di sala 2015an de ji ber lihevnekirina malbatî li Brezilyayê di nava rojekê de nêzî 15 pîrek hatine kuştin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin