Li Bruksel û Londrayê êrîş li eskeran hat kirin

Li Bruksela paytexta Belçîkayê kesek bi satora li ser xwe êrîşî eskeran kir, her wisa hat diyarkirin mîna vî êrîşa li Brukselê li Londraya paytexta Îngîlterê hat kirin.

Hat ragihandin li Brukselê kesekî bi sator êrîşî  eskerên ku li kolanê dewriye davêtin kir. Di êrîşa ku hat kirin de 3 esker birîndar bûn. Di encama êrîşê de êrîşkar birîndar bû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Derheqê nasnameya êrîşkar de tu agahî nehat dayîn.

Li Londrayê jî êrîşeke mîna ya li Belçîkayê hat kirin

Piştî vê êrîşa ku li Brukselê hat kirin re xebereke din a êrîşê ji Londraya paytexta Îngîlterê ye hat. Hat diyarkirin kesek bi şûrê di destê xwe de êrîşî polêsan kir. Di encama êrîşê de 2 polês birîndar bûn. Kesên şikdar jî hat binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin