Li Bûrsayê kesekî ji malbata xwe çar kesan qetil kir

Hat ragihandin li Îznîka navçeya Bûrsayê kesekî ji malbata xwe çar kesan qetil kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Polîsê bi navê A.E ku li Çewlikê wezîfedar bû, di nav daristana çamê ya li qeraxa Gola Îznîkê de di encama nîqaşê de dayik û birayên xwe yên ku tê îdiakirin di mijara deynan de dijminatiya wan hebû qetil kir.

Di bûyerê de dayika gumanbar Bedriye E, birayê mezin Remzî E. û jinbira wî Fatma E. li cihê bûyerê mirin.

Birayê din ê gumanbar Mehmet E. (39) ê ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jî tevî mudaxeleyê jiyana xwe ji dest da.

Gumanbarê ku ji cihê bûyerê reviya çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û teslîm bû.

Polêsan derheqê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin