Li Bûrsayê Pevçûnan Navbera Du Grûban De Dewam Kir

Li Bûrsayê Pevçûnan Navbera Du Grûban De Dewam Kir

 Du roj berê grûbek BDPyî bi destekdana greva birçîbûnê, dest bi xwepêşandana kiribû. Meşiyabûn ser bînaya partiya AKPê ya navçeya Yildirimê. Li ser hadîseyê grûbek din li ber wan rabûbûn. Hadîse do bişev jî dewam kir.

Do di navbera her dû grûban de li mehela Yavûzselîmê pevçûn qewimî. Di hadîseyan de kesek ğeddar birîndar bû. Kesê birîndar rakirin serwîsa acîl ya nexweşxanê.

Ji bo aşbûn û sekaniya her dû aliyan, maqûlên mehelê û polîs ketin dewrê. Hinek kesên grûbê, agir bera tenekên çopan dan. Polîs bi gaza îsotê mudaxela hadîseyê kir. Hinek kesên têkilî hadîseyê hatin binçav kirin.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin