Li Çalakiyên Gezî Parkı 4 SDPyî Hatin Girtin

Ev roja 19an e ku protestoyên parka Geziyê dewam dikin. Protestoyên parka Geziyê bere bere ber bi tefandinê ve diçin. Lê dîsa li hinek deveran rageşî didome.

Ev roja 19an e ku protestoyên parka Geziyê dewam dikin. Protestoyên parka Geziyê bere bere ber bi tefandinê ve diçin. Lê dîsa li hinek deveran rageşî didome.

Di çarçova hadîseyên parka Geziyê de, polîs li ser bîna partiya Demokrasiya Sosyalîst operasyonekê li dar xist. 59 kes hatin desteserkirin. Ji wan 28 heb pey sewcîtiyê hatin berdan. Mehkeme jî 22 kes berdan. 4 kes hatin girtin. Di nav wan de endamê îdara partiyê Ulaş Bayraktaroğlu jî heye. Tê gotin dîmenên Bayraktaroğlu hatine girtin ku molotof û fîşekên hewayî avêtine polîs. Berî niha 450 kesên di hadîseyan de hatibûn desteserkirin, hatibûn berdan.

Li aliyê din li Enqerê polîs midaxela grûbekê kir. Grûba ku li cada Kennediyê, barîkat danîbû û xwestibû rê li trafîkê bigre, marûzî midaxela polîs bû. Polîs bi gaza îsotê û ava tazyîkê midaxela protestovanan kirin. Grûba han bi amanca Ethem Sarisulukê ku di hadîseyan de hatibû kuştin bi bîr bînin û destekê bidin protestoyên parka Geziyê, li Tûnali Hîlmî û li Parka Kuğuluyê civiyabûn. Gava ku ber bi cada Kenediyê ve meşiyan, polîsan midaxela wan kir. 

Platforma Piştevaniya Taksîmê jî, do beyan kiribû ku, wê di nav hev de dengdanê bikin û qirara xwe îro piştî nîvro bidin. Feqet Platforma Piştevaniyê vê sibehê diyar kir ku wê çalakiyên xwe bidomînin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar