Li gor çavkaniyên herêmê li Çeçenîstanê, li çiyayên navçeya Vedenoyê, di navbera mucahîdên Îslamê û firotiyên Qadîrovê qûqlayê de, şerên giran diqewimin.
Rûsyayê îşgalker jî, bi top û hêzên hewayî destekê dide Qadîrovê firotî. Hat gotin ku, ji mucahîdan kesên şehîd û birîndar hene. Li gor beyanan, ji qomandarên mucahîdan Huseyîn Gakayev, birayê wî Muslîm Gakayev û 11 berxwedêrên din hatine şehîd kirin.
Tê gotin ku ji firotiyên xulamên Qadîrov û eskerên Rûs jî, gelek kes hatine kuştin. Der heqê hejmara kuştiyan de tu agahî nehat dayîn.
Ji malpera mucahîd û berxwedanê, hat beyan kirin ku, mucahîd ji muslumanê cîhanê dua dixwazin. Lewra mucahîd gelek zehmetiya dikşînin, ji lew hewceyê duayên muslumana ne.