Li Çewligê di navbera xwendekaran de şer derket xwendekarek mir

Di navbera xwendekarekî yê ku di Lîseya Anadolîya Karşiyakayê a ku li navenda Çewligê ye de dixweyîne û xwendekarekî yê ku di Lîseya Fenê de dixweyîne de şereke bi kêr derket, di bûyerê de B.Y.yê 16 salî canê xwe ji dest da.

Bûyer, îro di seatên serê sibê de qewimî. B.Y. û U.Î.yê ku di dibistanên ku nêzê hevdûne de dixweyînên serê sibê dema ku diçin dibistanên xwe di rê de hevdû dibînin û şer dikin. Di demeke kurt de kêr hat derxistin û xwendekaran bi kêran li hev xistin, di encama derxistina kêrê de ji xwendekaran U.Î, B.Y.yê kêr kir.

B.Y. yê ku giran birîndar bû ji bo midexeleyê hat rakirin nexweşxaneyê, lê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê di Lîseya Anadolîya Karşiyakayê de ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Hat diyarkirin ku U.Î. hat binçavkirin û derheqê bûyerê de tehqîqateke berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"