Li Çewlîgê hikûmxariyê Hîzbullah hat girtin

Kesekî ku di derheqê wî de cezaya esehîbûnê hebû bi hinceta endambûna Hîzbullah hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Nîmetullah Arslanê ku li ser nifûsa Gundê Çengeliya Mûşê qeydkiriye û di derheqê wî de ji ber doza Hîzbullah qerara mahkûmiyetê hebû li Solxana Çewlîgê di xala lêgerîna nasnameyê de hat binçavkirin.

Arslanê ku di derheqê wî de bi sûcdarkirina endambûna Cemaeta Hîzbullah 4 sal û 8 meh ceza jê re hatibû dayîn, piştî ku hat binçavkirin re wî birin mehkemê. Piştî ku mehkeme qerara cezayê ya ku di derheqê wî de hatiye dayîn jê re diyar kir re Arslan birin Girtîgeha Tîpa Myê ya Çewlîgê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe