Li Çewlîgê micadeleya bi berfê re bê navber didome

Li Çewlîgê ji ber barîna berfê ya ku didome li hinek ciyan sitûriya berfê gihaye nêzî 5 metreyan. Tîmên ku ji bo rêyên hatine girtin bên vekirin bê navber xebatên xwe didomînin.

Li Çewlîgê ji ber barîna berfê ya ku didome li hinek ciyan wek 5 metreyan berf ji ber ba û bagerê tîje bûye. Di encama vê barînê de rêyên 278 gundan hatin girtin. Tîmên ku ji bo rêyên hatine girtin bên vekirin bê navber xebatên xwe didomînin.

Li çolwara Çewlîgê ji ber bagerê li hinek deran nêzî 5 mêtreyan berf tîje bû. Midûrê Şubeya Xizmetên Veguhastin û Rê ya Sekretertiya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Kayaokay di derbarê mijarê de daxuyanî da. Kayaokay diyar kir ku ji 278 gundan rêyên 223gundan hatine vekirin. Ji bo vekirina rêyên 55 gundan jî xebat bê navber didomin.

Kayaokay diyar kir ji bo ku rêyên gundan werin vekirin bi 11 tîman xebat bê navber didomin. Dûvre Kayaokay wiha pêde çû: “Piştî barîna berfê ya ku ev 2 roj e wek barîn bandora xwe didomîne rêyên 278 gundan hatine girtin. Li hinek rêyên gundên me de jî ji ber bagerê nêzî 4-5 metreyan berf tîje bûye. Ji bo vê yekê tîmên me bişev û biroj dixebitin. Her wiha li vir rêya serwîsa xwendekaran e. Dê dibistan vebin. Me ji 278 gundan rêyên 223gundan vekirine. Ji bo vekirina rêyên 55 gundan jî xebat bê navber didomin.”

Operatorê kemçeyê Nîhat Ezelê ku piştî xebata çendîna saetan rêya gundê Gungorenê vekir diyar kir ku ew micadeleya bi berfê re didomînin.

“Rêya gundê me ya ku ev 15 roj e girtî ye hat vekirin”

Mixtarê gundê Gungorenî Suleyman Baraçkiliç diyar kir ku rêya gundê wan 15 roje girtî bûye. Dûvre Baraçkiliç wiha axivî: “Îro rêya gundê me tîmên girêdayê Îdareya Taybet a Bajêr vekirin. Ev nêzî 15 rojan e ku me ji ber berf û bagerê zehmetî kişand. Xweda ji wan razî bibe tîm hatin rêya gundê me vekirin.”

ÎLKHA





























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye