Li Çewlîgê xebatên vekirina rêyan didome

Li Çewlîgê ji ber barîna berfê rêyên gelek gund û gundokan hatine girtin. Ji bo ku rê werin vekirin tîmên micadeleya bi berfê re bê navber didome.

Li Çewlîgê ji ber barîna berfê rêyên gelek gund û gundokan hatine girtin. Ji bo ku rê werin vekirin tîmên micadeleya bi berfê re digel xetera şapeyê bê navber didome.

Li Çewlîgê ji bo ku rêyên 278 gundan werin vekirin xebat bê navber didomin. Li ciyên ku situriya berfê bûye 3-4 mêtre digel xeteiya şape û aşîtê hewl tê dayîn ku rêyên gundan werin vekirin.

Midûrê Şubeya Xizmetên Veguhastin û Rê ya Sekretertiya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Kayaokay diyar kir ji bo ku rêyên ji ber barîna berfê asê bûne werin vekirin xebat didomin. Kayaokay destnîşan kir rêyên ji 278 gundên ku hatibûn girtin rêyên 268 gundan hatine vekirin. Ji bo ku rêyên 10 gundên mane girtî jî vebin bê navber didomin.

Kayaokay wiha destnîşan kir: “Li Çewlîgê ji ber barîna berfê rêyên 278 gundan hat girtin. Ji bo ku rêyên van gundan werin vekirin piştî xebatên heftiyekî yên ku ji teref tîmên me ve dihatin domandin rêyên 268 gundan hatin vekirin. Ji bo ku rêyên 10 gundên mane girtî jî vebin bê navber didomin.”
 

Kayaokay diyar kir ku wan di qada rêyan de nêzî 20 heza km xebat pêk anîne. Dûvre Kayaokay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tîmên me hinek ciyên ku nêzî 3-4 mêtre berf bariye bi zorî rê vedikin. Her wiha di vê qadê de ciyê ku niha em li vir in hinek deran aşît çêbûye. Ji ber aşîtê divê ku tîmên me bi dîqqet xebatên xwe bidomînin. Tîmên me geh geh bi xeteriyê re rû bi rû dimînin.” (ÎLKHA)




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe