Deriyê sînor ê Cîlvegözuya Reyhanliya Hatayê, ji çûnûhatina tir û kesên peya re vekirî ye. Lê carna ji ber pirsgirêkên li hêla Sûriyê kesafet diqewime.
Barê tirên alîkarî û bazirganî yên ku ji Tirkiyê tên, di navbera deriyê sînor ê Cîlvegözu û deriyê sînor ê Bab el Hewa ya Sûriyê de, li wesaîtên bi plakaya Sûrîyeyî tên barkirin.
Di derîyê sînor re rojê teqrîben 250 tir ji bo barê xwe deynin derbasî herêma tampon dibin. Gava ku wesaîtên hêla Sûriyê qîm nekin, li ber deriyê sînor ê Cîlvegözuyê rêza dirêj a tiran pêk tê.
Şofêrên tiran beyan dikin ku bi rojan e li ber derî di rêzê de sekinî ne, ji ber ku pêdivîyên wan ên wek mazot û xwarin û sereke nayên peydekirin, mexdûr bûne.