Li gelek welatan bobelatên lehî û bageran diqewimin. Ji ber van ba û baran û bageran, seferên teyare, trên û otobosan betal buye. Bi sed hezaran kesan, malê xwe vala kirine. Li hinek bajaran heyat sekiniye.
Li Çînê ji ber bagera Son-Tînh, 6 qeyik û lotke ğerq bûn, 70 heb jî winda ne. Di heqê hejmara kesên mirî de tu agahî nehat diyar kirin. Tesîra bagerê bi piranî li sînorê Çîn û Vîetnamê zêde ye. Bi deh hezaran kes, ji warên xwe hatin tehliye kirin.
Bagera Sandyyê jî li Emrîka û Kanadayê gûr bû. Ji ber hadîseyên bobelatê bi kêmanî 13 kes mirin. Heyat felç bû. Li New Yorkê zêdetirî 3 mîlyon kes bê elektrîk man. Tê gotin ku tesîra bagerê li ser 50 mîlyon kesî heye. Bager li şerîdê rexê behrê bişîddetir e. Li New Jerseyê, New York, Maryland, Pensîlwanya û Konnektîqûtê heyat sekinî. Îdarevanan dan zanîn ku dibe li eyaleta Vîrcînya rojavayê, nêzî metrekekê berf bikeve.
Hat îfade kirin ku ava behrê bi ber hinek bajaran ve bipêl û gûr diçe. Li der û dora New Yorkê li hinek deveran avê daye ser xaniyan, wesaît di bin avê de mane. Ji bo 375 hezar kesan tehliya ji malên wan hat xwestin.
Bagera Sandyyê, di nav wan de welatên Emrîka yên navîn jî hene, li deverê ku tesîr dike heta niha 67 kes mirine.
www.bangaheq.net