Li Çinarê Bi Sedan donim erd şevitî

DİYARBEKİR - Li navçeya Çinara Diyarbekirê di encama şewata ku derket de bi sedan donim dexil wek şewitandî bû rejî.

Di encama şewata ku li gundên Ortawêranajor, Herzem û Altuxerê pêk hat de nêzikê 600 donim dexilê wekê genim, ceh û nîsk bû rejî.

Li Gundê Ortawêranajorê zirarê maddî

Li Gundê Ortawêranajorê ya ku nêzikê 25 kmyê ji navçeya Çinarê dûr e nêzikê 600 donim dexilê wekê genim, ceh û nîsk bû rejî. Her wiha hat ragihandin ku zirarê madî pir mezin e.

Şewata ku nayê zanîn gelo çawa derketiye ji teref gundiyan ve bi zehmetî hat vemirandin û bi binasiya ku tîmên vekujê dereng hatine gundiyan berek nîşan dan.

Nişteciyên Gundê Herzemê bûn seferber

Li Gundê Herzemê ya ku 15 km ji navçeyê düre nêzikê 100 donim genim û cej bû rejî û nêzikê 2 hezar donim çayir û çêrgeh şewitî.

Şewata ku tê gumankirin ku ji dîreka ceyranê qewimiye di encama hewldan û xebatên gundiyan de bi zor û zehmet hat vemirandin.

Her wiha li Gundê Altuxerê ya ku nêzê navçeya Çinarê ye nêzê 40 donim dexilê ku yê Mahmut Erçekê bû wek şewitandî bû rejî.

DENGÊ XANA AXPAR

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye