Li Çinarê roketa avêtin ewlehiyê îsabeta pansyona xwendekaran kir

DİYARBEKİR - Li navçeya Çinara Diyarbekirê rokata ku ji teref PKKyiyan ve hat avêtin îsabetê pa

Li navçeya Çinara Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Amîrtiya Ewlehiya Navçeyê hat lidarxistin. Roket û berikên çekên lûledirêj ên ku hewl hat dayîn wek êrîş li avahiya ewlehiyê were avêtin îsabeta pansiyona xwendekaran kir.

Hat ragihandin di Pansiyona Lîseya Anadoluya Çinarê ya ku roket û berik îsabet kiribûn de xwendekarek hebûye. Xwendekar bê birîn xelas bûye.

Gor agahiyên ji Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli hatiye bidestxistin bûyer di saet 21.20an de pêk hatiye. Di encama êrîşê de ji roketên ku hatine avêtin yekî îsabeta avahiya ewlehiyê ya din jî îsabeta pansiyona ku xwendekarên Lîseya Anadoluya Çinarê dimînin kiriye.

Şanli destnîşan kir ku tu kes ji vê êrîşê zirarê nedîtiye. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin