Li Çinarê wesayît û traktor li hev qelibîn: Mirîyek û 3 birîndar

Li navçeya Çinara Dîyarbekirê di encama li hev qelibîna wesayîtek û traktorekê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kesan jî birîndar bûn.

Qeza li alîyê gundê Hicetîya Çinarê pêk hat. Li gorî îddîayan wesayîta di bin kontola M.T. de (23) bû, ji paş ve li traktora ku di bin kontola Y.G. (20) de bû qelibî.

Di encama qezayê de herdu şofêr û 2 mirovên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê, diyar kirin S.T.yê (26) di nav wesayîtê de canê xwe ji dest daye. 3 birîndarên dinê jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Bismilê.

Ji li vê derê jî B.T. yê birîndar, piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê re hat sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno