Qeza, li gundê Şukurliyê ya navçeya Çinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, qamyonek û wesayîtek ji ber sedemek hêj nediyar li hev ketine. Piştî xeberdayîna şahidan, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendermeyan hatin sewqkirin.
Ekîbên tendurisît yên ku gihîştin cihê bûyerê tespît kirin ku H. O. yê 24 salî ku di wesayîtê de bû mirîye, B.B. yê 22 salî jî bi giranî birîndar bûye.
B.B., ku bi giranî birîndar bûbû, piştî tedawîya ewil a li cihê bûyerê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê H. O., ku canê xwe ji dest da, ji bo otopsiyê birin morgê.
Ekîbên cendirmeyan derbarê qezayê de lêpirsîn dane destpêkirin. (ÎLKHA)