Meteorolojiyê hişyariya bahoz, barana zêde û berfê da

Meteorolojiyê hişyariya bahoz, barana zêde û berfê da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku leza bayê dikare di saetê de li deverên bakur û rojhilatê herêma Marmarayê bigihîje 80 kîlometreyan.

Her çend baran tesîrê li deverên cûda yên welat bike jî, li deverên bilind ên Behra Reş a Rojhilat û Bakur jî baran û heta li hinek deveran jî berf tê texmînkirin.

Li gorî pêşbîniyên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li seranserê Tirkiyeyê hewa ew ê ji nîv ewrî heta pir ewrî be.

Barîn ew ê bi piranî wek baran û berfê be, û tê texmînkirin ku li herêmên peravê yên başûr û rojavayê welat jî bahoz û birûsk çêbibe.

Germahî jî ji germahiyên navînî yên demsalî bilindtir in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.