Li Çînê du keştî li hev qelibîn: 32 kesên di keştîyê de winda bûn

Li rojhilata Çînê keştîyeke neftê û keştîyeke bar li hev qelibîn, di encama lihevqelibînê de 32 kesên ku di keştîyan de bûn winda bûn.

Hat ragihandin li rojhilata Çînê keştîyeke neftê û keştîyeke bar li hev qelibîn, di encama lihevqelibînê de 32 kesên ku di keştîyan de bûn winda bûn.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezareta Veguhastinê ya Çînê ve hatiye dayîn  doh di seat 20.00an de  li rojhilata Çînê li nêzî Nehra Yagziyê  keştîyeke neftê ya Panama û keştîyeke bar a Çînê li hev qelibîn.

Piştî qezayê 21 kesên Çînî yên ku di keştîya bar de bûn hatin xelaskirin, lê belê 32 kesên ku 30 ji wan Bangledeşî û 2 ji wan jî Îranî bûn ji ber şewata ku derket winda bûn û xeber ji wan nayê standin.

Çîn 9 keştîyên rizgarkirinê şandin herêma qezayê.

Hêj sedema qezayê nayê zanîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin