Li Cizîra navçeya Şernexê ji rexekî ve qedexe û ji rexê din ve jî pevçûn berdewam dikin.Li navçeya ku lê qedexe û pevçûn berdewam dike ji xelkê re alîkarîya erzaqê tê belavkirin.Li navçê îro jî ji teref Kizilayê ve ji Cizîrîyan re kolîyê erzaqan hatin belavkirin.
Xelkê ku bihîst alîkarîya erzaqê ji teref Kizilayê ve tê kirin li Cadeya Orhan Doganê li ber lojmanên Zîraatê têketin rêzê.
PKKyîyên ku bihîstin xelk diçe cihê alîkarîyê di sikakan de pêşîya xelkê birîn û gef li wan xwarin.Hat diyarkirin li dijî gef xwarina PKKê xelk jî bertek û tepkî nîşanî PKKyîyan dane.(ÎLKHA)