Yaşin diyar kir ku mizgeft ji aliyê Mîr Bedredîn ve hatiye çêkirin, di sala 1935an de ji bo rêyan hatiye xirabkirin û di sala 1971ê de jî 12 kêlên tirbên mîrên Cizîrê hatine rakirin û avêtine Çemê Dîcleyê.
Yaşin derbarê xebatên dîtina kêlên dîrokî de wiha got: "Niha malbateke xêrxwaz vir ava dike. Me ji bo kêlên tirban ên ku di sala 1971ê de avêtine çem, cihê wan nîşanî Walî, Qeymeqam û Rektorê xwe da. Rayedaran jî gotin 'Ger qismet be em ê hewl bidin vê bikin.'"
"Navê mizgeftê nayê guhertin û cihê tirbên mîran ew ê bê parastin"
Yaşin eşkere kir ku ji bo tirbên mîran ew ê cihekî taybet bê veqetandin û got: "Niha li vir 2 mîr hene. Xêrxwaz ew ê projeyê sererast bikin, ji bo 12 mîrên din jî cih veqetînin û li ser van 14 tirban qubeyeke hevpar çêbikin. Bila gel şaş fêm neke; navê vir nabe 'Mizgefta Kadioglu', ew ê dîsa wekî Mizgefta Meydanê bimîne û bibe cihê ziyaretkirinê."
"Ger Xwedê bê herê em ê kêlên tirban ji Çemê Dîcleyê derxin"
Yaşin bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Mîrektiya Botanê (1260-1847) ku Cizîr paytexta wê bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji van mîran 14 heb li vir in, lêkolînên ji bo yên din jî berdewam dikin. Ez bi hêvî me, ger Xwedê bê herê, bi piştevaniya Walî û wezareta têkildar em ê wan kêlan ji Çemê Dîcleyê derxin û bigihînin cihê ku heq dikin." (ÎLKHA)