Li Cizîrê nivîsên dîwarê yên nîjadperest

Li navçeya Cizîra Şernexê piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin dîmenên nû derketin holê.

Gelê Cizîrê ji ber pevçûnan travmayên derûnî û civakî jiya. Bi hezaran kes ji war û ciyên xwe koç kirin. Niha jî tê mereq kirin ku gelo dê ev texrîbata ku di navçeyê de çêbûye çawa bê çareser kirin.

Ji ber berîqat, çal, pevçûn, bombeyên ku hatine bicîkirin; mirin, daketina saziyan, mal û warên ku xirab bûne dîmenên nû ji teref qemeremanan ve tên kişandin. 

Dîmenên nijadperestî û provoqatîfî yên ku herî dawî hatine kişandin bû sedema bertek nîşandana gel.

Nivîsên wek JOH, POH, TEMOH, OYOH yên ku li  ser dîwaran hatine nivîsandin û her wiha nivîsên wek “Xwîn li diranê gurê ket, êdî bitirsin”, “Xwezî li wê kesê ku dibêje ez Tirkim”, “Ji yezdanê bîz menen Noyanê re selam”, “Em hatin, kesên xwedî fistan li kû derê ne” û “Li Tirkê îteet bike” gel bi şiklekî neyînî bandordar dike.

Cîzreyiyên ku dageran malên xwe li hemberê dîmenên ku dîtin de te’ecûb man. Ji xwe ev yek derûniya gel bi şiklekî heyînî bandordar dikir. Dema ke nivîsên nîjadperestî yên li ser dîwaran jî hat dîtin rewşa derûniya gel zêdetir xirab bû. Ji ber vê yekê gel ji bo van nivîsan bertek nîşanda.

Gelê Cizîrê diyar kir ku ew alîgirê şerê nînin. Ji xeynî pevçûn, berîqet, çalan ev nivîsên hanê nîjadperestî bi tu wechê nayê qebûlkirin.  

Ev nivîsên ku li ser dîwarên kûçeyên Cizîrê hatine nivîsandin fayde nade tu kesî. Berevajî derûniya gel xirabtir dike. Gelê Cizîrê dixweze ku ev texrîbat  demildest were çareser kirin û ev nivîsên nîjadperestî jî ji wan dîwaran werin rakirin. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye