Li Cizîrê tehrîbata ku hatiye kirin û mektebên ku ew ê bibin qereqol

Her roja ku derbas dibe tehrîbat û xerakirinên ku ji ber pevçûnan li Cizîrê pêk hatine derdikevin holê.

Li navçeya ku bûye kavil û wêran her roja ku derbas dibe tehrîbat û zirara ku pêk hatiye derdikevin holê.Her wiha ji bona navçê tê diyarkirin li mektebên ku li taxan in ew ê bibin qereqol.

Li Taxên Yafes,Sûr, Cûdî û Nûra Cizîrê  asta zirarê yên ku ji ber pevçûnan pêk hatine dikanên ku hatine xerakirin û malên ku zirar dîtine êdî kêrî tu tiştî nayên.Lewra mal, kargeh û avahî bûne mîna kavilan.Ji bona navçê tê diyarkirin li mektebê taxan ew ê qereqol bên sazkirin.

Xelkê Cizîrê bi destpêka pevçûnan dest bi koçkirina navçê kiribûn ku li gor agahîyan heta niha nêzî deh hezar kesî navçê terk kir. Dîmenên ku ji navçê hatine girtin nîşan didin ku êdî li navçê nîşaneyên jiyanê nemane û Cizîr bûye mîna Sûriyê.

Hilweşan û felaketa ku di sala 90an de nehatibû kirin li navçê hat kirin

Her weke ku tê zanîn di salên 90î de gelek zext û zordarî li Cizîrê hatin kirin lê Cizîr digel van zext,zordarî û polîtîkayên binpêkirinê mîna îro zirar nedît. Fotografên ku li navçê hatine girtin zirar, tehrîbat û xerakirina ku li Cizîrê pêk hatiye dide ber çavan.

Hinek mekteb û avahiyên kamuyê wê bibin qereqol

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin avahiyên mekteb û kamuyên yên ku ew ê veguherandina wan bên kirin bi vî awayî ne: “Lîseya Anadolu ya Ataturkê, Lîseya Meslekê ya Endustriyê, Avahiya Trafîkê ya Tescîlê, Dibistana Navîn a Îsmaîl Ebulîz, Avahiya KDRPê û gelek avahiyên mîna van ew ê veguherandina wan bên kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye