Li Cizîra navçeya Şernexê ev bû 26 roj qedexeya derketina derve berdewam dike .Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin îro di derdora seat 12.30an de li Taxa Alîbeya ku lê çal hatine vedan topa hewanê îsabetî malakê ku pîrek tê de bû kir.Di encama îsabeta hewanê de pîreka Hayîce Bayraci birîndar bû.
Hat ragihandin topa hewanê neteqîyaye û pîreka birîndar jî bi ambûlansê rakirine nexweşxanê.
Her wiha li Taxa Cudîya ku lê hêj pevçûn berdewam dikin kesekî astengdar ê bi navê Osman Tekîn bû hedefa berikan û jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)