Li Colemêrgê Êrîş

Êrîş Birin Ser 3 Qereqolan:8 Kuştî

Xeberan diyar kir ku do li herêma Colemêrgê, mensûbên PKKê di heman demê de, êrîşî sê qereqolan kirine.

Li Qerekola Rûmtikê ya bi merkeza Colemêrgê ve giredayî, qerokola Karataşê ya li gundê Deştana navçeya Çukurcayê û li bargeha ya li serê Girê Darsinkiyê, ji aliyê mensûbên PKKê ve di heman demê de êrîş hat kirin. Walîtiya Hekkariyê, beyan kir ku di êrîşê de, 6 esker û 2 cerdevan hatine kuştin. Di hadîseyê de, jê 9 esker û 6 jî sivîl yekun 15 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Eskerî ya Hekkariyê. Hat îddîa kirin ku 14 mensûbên PKKê jî hatine kuştin. Li herêmê operasyon dest pê buye.

Li aliyê din, mensûbên PKKê, êrîşî xetta boriya petrolê ya Kerkûk û Yûmûrtalikê kirin. Ji ber vê yekê jî sewkiyata petrolê hat sekinandin. Êrîş do bişev saet di deh û nîvan de li nêzî gundê Arboya Nisêbînê hat kirin. Bi teqînê agir derket. Ji ber vê yekê jî Botaşê, sewkiyata petrolê da sekinandin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin