Li Çolîg Teqîn

Li Endiresê Cîsmek Teqiya: Yek Kuştî 2 Heb Jî Brîndar

Xeberan diyar kir ku li Çolîg li navçeya Endiresê li mezra gundê Elmaliyê, şivanê gund li çolê cîsmek dibîne. Cîsmê tîne malê. Gava ku pê dilîzin, cîsm diteqe. Bi teqînê Elî Sağlik can dide, du kesên din jî birîndar dibin. Birîndar rakirin nexweşxana Bîngolê. Rewşa wan giran e.

Hat îfade kirin ku îro piştî nîvro hadîse qewimiye. Şivanê gund cîsmekê li çolê dibîne. Wê tîne nav gund. Gundî jî gava pê dişteğilin, di nav lepê wan de diteqe. Bi teqînê kesek can dide 2 heb jî birîndar dibin. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê bû.

Milletê herêmê tepkî dan ku ev serê çand sal e, millet ji ber şerê di navbera esker û PKKê de êş û cefa dikşîne, şerpeze û perîşan buye. Berî niha li Lîcê Ceylan Onkol mehek berî jî li Şenyaylaya Mûşê Sera Yavûza 9 salî bi cismên wiha qetil bûbûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be