Li Çorumê bi ser wan kesên ku ji mizgeftê derketin de gule hat berdan: 6 birîndar

Li Çorumê di encama berdana guleyan a bi ser welatiyên ku ji nimêja teravihê derketin de 6 kes birîndar bûn.

Bûyer li gundê Yukarı Örenseki yê navçeya Îskilipê pêk hat. Hat îdîakirin ku yek ji gundiyên bi navê Y.G. li qada ku gundî ji nimêja terawîhê derdiketin ji ber sedemeke nediyar bi tivinga nêçîrê gulebaran kir.

6 kesên ku di nav wan de muxtar jî heye ji ber guleyên li bedena wan ketin birîndar bûn.

Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçokê ya Zanîngeha Hîtîtê.

Bi girtina xeberê re ekîbên cendirmeyan sewqî gund hatin kirin. Ji bo girtina gumanbarê firar xebat hatin kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"