Li Dêrsim, Çewlîg û Bidlîsê berhemanîna hinguv daketiye

Ji ber rewşa hewayê îsal li Dêrsim, Çewlîg û Bidlîsê, berhemanîna hinguv ji sedî pêncî daketiye.

Li gor salên borî ji sedî pêncî daketina berhemanînê heye ku sedema bingehîn a wê yekê jî, guherîna hewa û nebarandina baranê ye.

Li gel krîza hewayê ya cîhanî, çêkirina bendavan, kêmbûna rêjeya daristanan û ziyanên jîngehê, berhemanîna hinguv anîye asta herî jêr.

Mêşvan dibêjin, guherîna hewayê wiha kiriye ku êdî sal bûye du werz, zivistan û havîn, ev yek jî ziyanê digihîne gul û kulîlkan û berhemê kêm dike.

Berhemhênerên hinguv dibêjin, pêwîst e rêkarên pêwîst ên parastina ji nexweşiyan û şewata daristanan bêne û kesên ziyar dîtine bêne qerebûkirin, ta ku ev pîşe berdewam bibe û bi demên dirêj re neyê windakirin.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilberîna hinguv de di cîhanê de di rêza duyemîn de cih digire û ji sedî 92 ê tevaya hinguvê merxê ê cîhanê berhem tîne. Mugla, Meletî, Riha, Wan, Îzmîr û Rîzeyê bi pîşesaziya hinguv navdar in.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye