Li Dêrsim û Şemzînan Şer

Hat Îddîa Kirin Ku 15 Pkkyî Hatine Kuştin

Xeberên ajansan diyar kir ku li Şemzînan û Dêrsimê, di navbera esker û mensûbên PKKê de, şer qewimiye. Hat îfade kirin ku li Şemzînan, li cîwarê gundê Nehrî, mensûbên PKKê, serê du rojan bû rê girtibûn. Ji ber vê yekê, eskeriyê bi alîkariya helîkopterên Skorsky, operasyon rast kir. Li ser operasyonê di navbera esker û mensûbên PKKê de pevçûn çêbû. Hat îddîa kirin ku di şer de 15 mensûbên PKKê hatine kuştin, sûbayek û ûzman çawîşek jî xeddar birîndar bûne.

Li aliyê din hat gotin ku li Qisleya navçeya Dêrsimê li çol û çiyayê gundê Kerwanê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer derketiye. Ji ber operasyona cenderme û şerê qewimî, li 35 û 45 kîlometreya riya Dêrsim û Erzîncanê, ji teref eskeriyê ve, bi qasî du saetan ji her dû alî ve, rê hat girtin. Ji ber vê yekê jî gundiyên Kerwanê û rêwiyên di rê de, tepkî nîşanî tevgerîna eskeriyê dan. Tê gotin ku operasyon bi bombebarana Skorskyan dewam dike.  Berî niha li vê herêmê 5 tir hatibûn şewitandin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be